Welatiyek li encama teqeya hêzên leşkerî canê xwe ji dest da

17:47 - 20 Îlon 2021

Roja Înê 26`ê Xermananê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Mihemed Birûkî”, temen 26 salî, kurê Mecîd û xelkê gundê “Cigen” ê ser bi bajarê Makûyê, li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê canê xwe ji dest da.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, “Mihemed Birûkî” li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê bi awayekî dijwar hatibû birîndarkirin û di encamê de canê xwe ji dest da.

Herwisa wê çavkaniyê da zanîn ku hêzên leşkerî yên hikûmetê bi gumana hilgirtina kel û pelên qaçax, bi bê agehdarkirina berê teqe ji maşîna wî welatiyê kirine.

Herwisa di wê peywendiyê de şeva 27`ê Xermananê, kolberek bi navê “Umîd Mihemedzade”, temen 39 salî, xelkê gundê “Girwês” û rûniştiyê bajarê Rebetê li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê bajarê Serdeştê canê xwe ji dest da.