Welatiyek li Bokanê hate binçavkirin

18:08 - 4 Kanûna pêşîn 2021

Şeva Çarşemî 10ê Sermawezê, welatiya Kurd a bi navê “Çînî Şerîfî Bokanî” keça Omer, temen 36 salî û xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Çalakvanê mafê mirovî û birayê wê welatiyê, “Riza Şerîfî Bokanî” di wê derheqê de bi nûçegihaniya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê ragihandiye ku hêzên ewlehî bi bê belgeya yasayî êrîşî li ser mala xwîşka wî kirine û xwîşka wî binçav kirine.

Herwisa “Riza Şertîfî Bokanî” gotiye: “Piştî derbasbûna 48 demjimêran ji bînçavkirina xwîşka wî, ji qedera wê, ti zaniyariyek li berdest tinîne.

 “Çînî Şerîfî Bokanî” xêzandar û xwediyê zarokekê ye.

Roja Pêncşemî 20ê Xezelwerê, bevê “Çînî Şerêfî Bokanî” û girtiyê siyasiyê berê, “Omer Şerîfî Bokanî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Omer Şerîfî Bokanî, li sala 1371an a Rojî de jî bi tohmeta “Endametî li yek ji Partiyên Kurdî yên Opozîsiyona Hikûmeta Îranê” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dadgeha Şoreşa Mihabadê, 7 sal girtîgeha Te`izîrî li ser hatibû sepandin.

Ew welatiye li sala 1378an a Rojî de piştî bi dawihatina heyama girtîgeha wî, ji girtîgeha Urmiyê hatibû azadkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û cezaya sepandî li ser “Çînî Şerîfî Bokanî” ti zaniyariyek li berdest nîne.