Welatiyek li Baneyê bi sedema teqeya rasterast a leşkerên hikûmetê canê xwe ji dest da

18:41 - 2 Hezîran 2021

Şeva Sêşemî 11`ê Cozerdanê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Husên Ferecî”, temen 63 salî yê kurê Kerîm xelkê bajarê “Armirde”, yê ser bi bajarê Baneyê bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê canê xwe ji dest da.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê û bi şik û gumana hilgirtina kelopelên qaçax ew welatî li nêzî gundê “Bilke” yê ser bi bajarê Baneyê dabûne ber gulleyan.

Termê wî welatiyî li bajarê “Armirde” bi axê hatiye spartin.