Welatiyek li bajarê Sineyê piştî gazîkirin bo Îtila`atê hate binçavkirin

17:42 - 27 Gulan 2021

Roja Çarşemî 5`ê Cozerdanê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Kemal Ezîzî”, temen 27 salî û kurê “Baram” ê xelkê gundê “Şiyan” ê ser bi bajarê Sinê, piştî gazîkirin bo îdareya Îtla`ata wî bajarî, hate binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiye li roja Sêşemî 4`ê Cozerdan, bi rêya telefonî ve bo îdareya Îtla`ata bajarê Sineyê hatibû gazîkirin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Kemal Ezîzî” de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.