Welatiyek li bajarê Sineyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

18:22 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Şemî 2`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Îbrahîm Tarîmuradî”, temen 55 salî û kurê “Mihemedsalih” û xelkê gundê “Emrole” ê ser bi bajarê Sineyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî êrîşî ser mala wî welatîyî kirine û mala wî vekolîne û piştre navbirî binçavkirin. 

Herwisa hêzên ewlehî li dema lêkolîna mala navbirî, hinek ji keresteyên wî yên kesîn digel xwe birine.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Îbrahîm Tarîmuradî” hatiye sepandin, ti zanyariyek ji ber dest de nîne.