Welatiyek li bajarê Mihabadê hate binçavkirin

18:17 - 15 Hezîran 2022

Roja Sêşemî 24ê Cozerdanê, welatiykî Kurd yê bi navê “Diyar Ebasî” xelkê gundê “Bereco” yê girêdayî beşa “Xelîfan” a bajarê “Mihabad”ê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û bo cihek nediyar hat veguhastin.

Pêka çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî bo binçavkirina wî welatiyê çûne mala wî û piştî vekolîna mala navbirî ji binçavkirina wî welatiyê serkevtî nebibûn.

Herwisa wê çavkaniya agehdar ragihandiye: “Hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî li meydana Îstiqlal a bajarê Mihabadê navbirî binçav kirine.”

Herwisa behsa vê yekê jî hatiye kiriye: “Çend roj berî niha Diyar Ebasî bo îdareya îtilaata bajarê Mihabadê hatibû banghêjkirin û rastî lêpêçînê hatibû.”

“Diyar Ebasî” berê endamê yek ji partiyên Kurd yên opozîsiyona hikûmeta Îranê bûye û piştre zivirîbû Îranê.”

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku bi ser navbirî de hatinî sepandin ti zanyariyek serast ji ber dest de nîne.