Welatiyek li bajarê Dêhloranê hate binçavkirin

18:46 - 13 Nîsan 2021

Sibêdehiya roja Sêşemî 24ê Xakelêwe, welatiyekî Kurd yê bi navê “Sitar Kerîmî” xelkê bajarê “Pehle”, ser bi devera “Zerînava” ya bajarê Dêhloranê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Ew welatî bi bê hebûna belgeyên yasayî, hatiye binçavkirin û li dema binçavkirinê de jî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû azardan û îşkencekirin.

“Sitar Kerîmî” piştî binçav kirinê bo cihekê nexuya, hatiye veguhastin .

Hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi tohmeta “hevkarî digel yek ji Partiyên Kurdî yên opozîsyona hikûmeta Îranê”, binçav kirine.