Welatiyek li bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

18:06 - 31 Gulan 2021

Roja Duşemî 3`ê Cozerdanê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Soran Şerîfî” û xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ew welatiye binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhastine.

Herwisa wê çavkaniyê gotiye, ku hêzên ewlehî di dema binçavkirina Soran Şerîfiyan de, hên ji keresteyên kesî yên navbirî yên wekî telefon, pirtûk û kampiyûtera wî digel xwe birine.

Herwisa wê çavkaniyê ragihandiye: Heya niha lipeyketina malbata wî welatiyê bo agehdarbûn ji qedera kurê xwe bi encam maye.

Pêka gotina wê çavkaniya agehdar, Soran Şerîfiyan li yek ji dermangehên bajarê Bokanê kar dike.

Soran Şerîfiyan, xêzandar û xwediyê zarokekê ye.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatî de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.