Welatiyek li bajarê Baneyê hate binçavkirin

17:22 - 8 Kanûna Paşîn 2022

Îro Şemî 18ê Befranbarê, welatiyek Kurd ê bi navê “Heyder Qesabî” xelkê bajarê Baneyê, ji aliyê hêzên kincsivîl ve hate binçavkirin û bo cihek nexuya hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên kincsivîl demjimêr 8 û nîvê sibêdehê, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew welatiyê Kurd li ser kar binçav kirin.

Herwisa vê çavkaniyê got: Heta niha li peykevtina malbata wî welatiyê Kurd, bo agehdarbûn ji qedera navbirî, bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin, ti zaniyariyek li ber dest nîne.