Welatiyek Kurd Zêdeyî 300 Roj E Di Çarenivîsek Ne Ron De Ye

12:25 - 1 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Heyamê 10 mehan e ku welatiyek Kurd yê bajarê Mehabadê bi navê Celal Nasirî hatiye destbiser kirin û niha jî çarenivîsa wî ne ron e.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li bajarê Mehabadê, Celal Nasirî rêkevta 07.03.2011-an ligel birê xwe bi navê Cemal Nasirî li bajarê Bokanê li nav malaek de tên girtin. Piştre li 04.06.2011-an bi danîna rehîna 70 milyon tûmenî bi awayek demkî azad dibin.
Piştî şandina doza vê welatiyê bo dadgeha Şoreşa bajarê Mehabadê, Calal car din li rêkevta 11.10.2011-an ji aliyê hêzên Îtilaatê tê girtin û heta niha di girtîgeha giştî ya bajrê Mehabad de ye.

Celal Nasirî di vê 10 mehê de tenê carekê bo baskirina perwenda xwe bo dadgehê hatiye bangkirin.

Ev welatiye tûşî nexweşiyê hatiye bi awayekê ku heta niha 15 kîlo ji kêşa wî kêm bûye.