Welatiyek Kurd yê Xelkê bajarê Seqizê ji darvekirinê rizgar bû

17:59 - 2 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Girtiyekî bi tohmeta “guştina bizanebûn” li girtîgeha bajarê Seqizê bû, bi lêborîna malbata xwedî guştî, ji darvekirinê rizgar bû.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî, 11 ê Xezelwerê, girtiyek bi navê “Kamran (Riza) Ebdîpûr” bi tohmeta “guştina bizanebûn” li girtîgeha bajarê Seqizê bû, bi lêborîna malbata xwedî guştî, ji darvekirinê rizgar bû.

Ew girtiye, 16 sal berî niha bi sebeba guştina kesek, bi navê “Mihemmed Elîzade” hatibû desteserkirin û piştre cezayê ji darvekirin di ser de sepandin.

Roja Înê, 10 ê Xezelwerê, çalakvanên medenî yên bajarê Seqizê, bo lêborîna wî welatiyê Kurd, li ber mala “Elîzade” kombûn.