Welatiyek Kurd piştî banghêjkirin bo îdareya Îtila`atê, hate binçavkirin

17:25 - 25 Gulan 2021

Roja Yekşemî 2`ê Cozerdan, welatiyekî Kurd ê bi navê “Luqman Nîkzad”, temen 25 salî, kurê Mihemed û xelkê gundê “Serdoş” ê ser bi bajarê Merîwanê, piştî banghêjkirin bo îdareya Îtila`ata wî bajarî, hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi rêya telefonê ve ew welatiye banghêj kiribûn.

Heta niha lipeyketina malbata wî welatiyî, bo agehdarbûn ji qedera navbirî bê encam mane.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Luqman Nîkzad” de hatiye sepandin, ti zanyariyek ji ber dest nîne.