Welatiyek Kurd piştî banghêjkirin bo îdareya Îtilaatê, hate binçavkirin

16:36 - 16 Kanûna Paşîn 2021

Roja Pêncşemî 25ê Befranbarê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Soran Mihemedî” xelkê bajarê Mihabadê piştî banghêjkirin bo îdareya Îtlaata wî bajarî hate binçavkirin.

Ew welatiyê Kurd piştî binçavkirinê bo lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Heta niha ji sedem û tohmeta ku bi ser wî de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.

 Di vê derheqê de roja Şemî 20ê Befranbarê, du welatiyên din yên bajarê Mihabadê yên bi navên “Îman Ebdî” û “Soran Husênzade” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Herwisa di heman rojê de, hevdem digel binçavkirina wan du welatiyên Kurd 5 welatiyên din yên bi navên “Salar Rehewî, Deriya Talibanî, Şepol Xizrî, Efşîn Mam Ehmedî û Sîrwan Nûrî” li bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.