Welatiyek Kurd piştî banghêjkirin bo îdareya Îtilaata bajarê Sewlavayê hate binçavkirin
11:20 - 3 Çirriya paşîn 2020
Roja Duşemî 12ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Ferman Hêydernijad” temen 42 salî û xelkê gundê “Dêweznav” yê ser bi Sewlavayê piştî banghêjî bo îdareya Îtilaata wî bajarî hate binçavkirin.
Ew welatiyê Kurd ji rêya pêwendiya telefonî ve bo îdareya Îtilaatê hate banghêjkirin û piştre hate binçavkirin.
Heya niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê hatiyê sepandin ti zanyarî ji berdest nîne.
Di wê derheqê de sibêdeha roja Yekşemî 11ê Xezelwerê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Saman Es`ed Hekîm û Mihemed Şefî`izade”, xelkê gundê “Dêwezinav” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.