Welatiyek Kurd, piştî 30 roj girtinê çarenivîsa vî diyar nine

14:01 - 12 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Welatiyek Kurd ê xelkê bajarê Merîwanê piştî 1 meh ji destbiser kirinê,çarenivîsa vî nediyare.

Li gori nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, heyamê mehekê beriya niha ciwanek Kurd ê binavê “Mihemed Behramî”xelakê bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên Îttlatî yên dewleta Îranê hat girtin û jibo cihek nediyar hat veguhastin.

Heta dema bilav bûna nûçeyê serbarî lêgerîn û lêpirsîna malbata vî tu zaniyariyek li ser çarenivîsa kurê wan li berdest de niye û hêzên Îttlatî tu bersivekê nadene malbata wî.

Li gor amara tomar kirî li navenda amara ajansa kurdpa, li destpêka zivistana îsal haya niha 122 welatiyên Kurd li herêma Kurdistana Îranê ji aliyê hêzên Îttlatî yên dewleta Îranê hatine binçav kirin.
Amara han bi pişt girêdan bi amara navenda ajansa kurdpa,ê tê bilav kirin û bi serinc dan bi şopa nû a destbiser kirina welatiyên kurd û rewşa ewlehî a bajaran,divê amara rastîn ji vê hindê pitir be.