Welatiyek Kurd li Dêwolanê bi 69 meh girtîgeh hate cezadan

17:01 - 3 Kanûna pêşîn 2022

Çalakvanekî medenî yê bi navê “Mehdî Cewanmerdî” yê xelkê bajarê Dêwolanê ji aliyê taya du ya dadgeha Keyferî a wî bajarî ve bi 5 sal û 9 mehan girtîgeh hate cezadan.

Pêka wê cezayê, ew çalakvanê medenî bi tohmeta “piropagende li dijî nizam”ê bi 9 mehan girtîgeh, “têkdana tenahiya giştî” bi 18 meh girtîgeh û “têkdana ewlehiya netewî” bi 42 mehan girtîgeh hatiye cezadan.

Ev çalakvanê medenî di heyama vê dadresiyê de ji destpêragihîştin bi parêzer hatibû bçparkirin û bi rêya vîdyo konfêransê ve çend xulekan li dadgehê de hate cezadan.

Roja Duşemî 4ê Rezbera 1401an a Rojî, Mehdî Cewanmerdî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî bi dawîhatina heya lêkolîna wî, ji girtîgeha ewlehî ya bajarê Sinê bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatibû veguhastin.

Navbirî niha di girtîgeha navendî ya bajarê Sinê de ye.