Welatiyek Kurd li dema zivirîna li Herêma Kurdistanê hat binçavkirin

17:52 - 23 Kanûna Paşîn 2022

Roja Çarşemî 29`ê Befranbarê, welatiyê Kurd ê bi navê “Areş Mihemmedî”, kurê “Ehmed”, temen 32 salî û xelkê gundê “Nicê”ya girêdayî bajarê Sine, li dema zivrîna li Herêma Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehiyê ew welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyek yasayî li dema zivirîn li herêma Kurdistanê, li ser sînorê Başmax ev binçav kirine û piştire navbirî bo lêpirsînê bo îdareya Îtla`ata bajarê Sine veguhastin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Areş Mihemmedî li bajarê Silêmaniyê ya girêdayê Herêma Kurdistanê mijûlî kedkariyê bûye.

Heta niha lipey kevtina malbata wî welatiyê Kurd bona agehdarbûn ji qedera navbirî, bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku lidijî “Areş Mihemmedî “ hatiye sepandin, ti zaniyariyek jiber dest tune ye.