Welatiyek kurd li Bêstûnê bi sedema teqîna mînê birîndar bû

17:30 - 19 Çirriya pêşîn 2021

Roja Sêşemî 27`ê Rezberê, welatiyerkî kurd yê bi navê “Aram Ehmedî” kurê Walî û xelkê gundê “Zimkan” yê ser bi bajarê Selasa Bawecanî, bi sedema teqîna mînê li bajarê Bistûnê, pêyê wî birîndar bû.

Ew welatiye piştî wê bûyerê, bo çareseriya pizîşkî bo yek ji nexweşxanên bajarê Kirmanşanê hatiye veguhastin.

Di vê derheqê de, roja Pênşemî 22`ê Rezberê, endameke hêzên leşkerî li deverên sînorî yên bajarê Newsûdê li encama teqîna mînê birîndar bibû û pêyê xwe yê çepê ji dest dabû.

Bexşdarê bajarê Newsûdê, nasnameya wî leşkeriyê 35 salî, bi navê “Resûl Rehmanî” daye zanîn, ku ew li ser sînorê “Taqedar” ê bajarê Newsûdê bi ser yek ji mînên bicihmayî ên şerê di navbera Îran û Îraqê de çûye û rastî wê bûyerê hatiye.