Welatiyek Kurd li bajarê Tikabê hate binçavkirin

12:25 - 29 Çirriya pêşîn 2020

Roja Sêşemî 6ê Xezerwerê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Husên Şêrzad” temen 27 salî û xelkê taxa “Şerîfava” ya bajarê Tikabê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihek nediyar hate veguhastin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyek yasayî ew ewlatiyê Kurd binçav kirin û ji çarenivîsa wî ti zaniyariyêk ber dest nîne.

Ew welatiyê Kurd li dema binçavkirinê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû îşkencedan.

Heya dema belav kirina vê nûçeyê ji sedem û tohmeta ku bi ser wî welatiyê kurd de hatî sepandin ti zaniyarî ji ber dest nîne.