Welatiyek Kurd li bajarê Şinoyê hate binçavkirin
16:36 - 9 Kanûna Paşîn 2022
Roja Pêncşemî 16ê Befranbarê, welatiyek Kurd ê bi navê “Rehîm Bahêmmet” xelkê bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyek yasayî binçav kirin û piştre bo cihek nexuya veguhastin.
Heta niha li peykevtinên malbata wî welatiyê Kurd, bo agehdarbûn ji qedera navbirî, bê encam mane.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin, ti zaniyariyek li ber dest nîne.