Welatiyek Kurd li bajarê Sinê derheq mangirtina bazariyan hete girtin

16:10 - 11 Kanûna pêşîn 2022

Êvareya Înê 18ê Sermawezê, welatiyek Kurd yê bi navê “Mensûr Mihemedzade”, xelkê gundê Tengîserê û rûniştiyê şehreka Zagiros a bajarê Sinê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo cihek nexuya hate veguhastin.

Li gor çavkaniyek agehdar, Mensûr Mihemedzade xwediyê şîrînîseraya “Esel” ya bajarê Sinê ye, û derheq mangirtina dukandar û bazariyan hatiye girtin.

Wê çavkaniyê gotiye, hesaba bankî ya wî welatiyê Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye bilokekirin.

Mensûr Mihemedzade, xîzandar û xwediyê sê zarokan e.