Welatiyek Kurd li bajarê Sewlava hate girtin

14:49 - 1 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên Îttlatî yên bajarê Sewlava welatiyek Kurd li herêma Hewaramanê ya ser bi bajarê Sewlava binçav kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Duşem berwar 29’ê Tîrmeha 2013’an welatiyek Kurd yê binavê “Mucteba Sohrabî Nejad”xelkê gundê Dizlî ya ser bi bajarê Sewlava ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hat girtin.

çavkaniyek nêz ji wê malbatê bi nûçegihaniya kurdpa ragehand, malbata Mucteba jibo haydarbûn ji rewşa kurê xwe serdana Îdareya Îttlat ya bajêr kirine, lê ji aliyê karbidestên vê Îdareyê çi bersivek li ser sedemê girtina Mucteba û cihê ragirtina wî bi wan nehatiye ragehandin.

Li gor amara tomar kirî li nawenda amara ajansa kurdpa, li heyamê 40 rojên bihûrî de 40 welatiyên Kurd li herêma Kurdistana Îranê ji aliyê hêzên ewlekarî yên Komara Îslamiya Îranê hatine girtin.

Amara han bi piştgirêdan bi amara ajansa kurdpa tê bilav kirin û bi liberçav girtina rewşa ewlekarî ya herêmên Kurdakincî û nebûna medyaya azad jibo tomar kirina binpêkirina mafê mirovan, dibe ku amara rastîn gelek pitir be.