Welatiyek Kurd li Bajarê Pawê hat binçav kirin

14:17 - 9 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Welatiyek xelkê herêma Hewraman ji aliyê Hêzên Îttlatî yên dewleta Îranê hat binçav kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi nûçegihaniya kurdpa, roja Pêncşem berwar 7’ê Adara 2013’an welatiyek Kurd ê binavê “Yasir Kakeyî” kurê “Yeaqûb” û xelkê gundê “Şimşêr”a ser bi bajarê Pawê jialiyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê li mala xwe de hat girtin û jibo cihek nediya hat şandin.

Çavkaniyek haydar bi nûçegihaniya kurdpa,ê ragehan:Hêzên Îttlatî jibilî geryana mala Yasir Kakeyî, dest bi ser Kompiyutêr, Kitêb û hejimarek ji kel û pelên vî ên takekesî de girtine.

Heta dema bilavbûnê nûçeyê çi zaniyariyek li ser sebebê girtin û cihê ragirtana vî li berdestda niye.

Her wiha berwar 6’Adarê du çalakên çandî û wêjeyî yên bajarê Pawê li ser bersiv dan bi bêhurmetiyên Mela Qadir Qadirî Îmamê rojên Înê yê bajarê Pawê ji aliyê hêzên Îttlatî hatin binçav kirin.

Her divê rojê de 3’ê welatiyên din bi navên Bextiyar Resûlî xelkê bajarê Pawê,Muxtar û Sitar Ehmedî xelkê gundê “Xanega”a ser bi bajarê Pawê bi sedemek nediyar hatin girtin.