Welatiyek Kurd Li Bajarê Merîwanê Hat Destbiserkirin

12:28 - 14 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Welatiyek Kurd ê gundê Siyaba a ser bi bajarê Merîwanê bi navê Huşyar Ransûrî ji aliyê hêzên Îtilaata Îranê hat destbiserkirin.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajanasa Kurdpa li Merîwanê, Huşyar Ransûrî xelkê gundê Siyanaw duh dûşem ji aliyê hêzên Îtilaata Îranê hatiye girtin,

Heta niha sedem girtin û cihê ragirtina wî ne diyar e.

Li gor serjimêriya tomarkirî ji aliyê Ajansa Kurdpa li destpêka meha deh heta niha li hermên Kurdakincî ên Kurdistana Îranê de 83 welatî bi buxtanên curbicur hatine destbiserkirin.

Sûça piraniya wan girtiyan çalakiyên siyasî, kultûrî û civakî hatiye ragihandin.