Welatiyek Kurd li bajarê Merîwanê hat binçavkirin

18:11 - 20 Îlon 2022

Roja Sêşemî 29`ê Xermananê, welatiyek Kurd ê bi navê “Kamyar Muradiyan” kurê Mihemedhusên xelkê gundê “Tengîser” ê girêdayî bajarê Sinê û rûniştiyê bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û piştre bo cihek nexuya hat veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî êrîş birine ser kargeha çêkirina şêrîniyan a wî welatiyê û piştre navbirî binçav kirin.

Herwisa wê çavkaniyê got: Hêzên ewlehî hewla vekolîna mala “Kamiyar Muradiyan” dan û dest bi ser hin ji keresteyên kesî yên navbirî yên wek telefona navbirî re girtin.

Kamiyar Muradiyan” temen 25 sal e û xîzandar e.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê hatinî sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.