Welatiyek Kurd li bajarê Baneyê hate binçavkirin

12:49 - 29 Çirriya paşîn 2020

Roja Çarşemî 5ê Sermawezê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Rehman Resûlî” kurê Rehîm temen 45 salî xelkê gundê “Bilesen” yê ser bi bajarê “Bane”yê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi bê hebûna belgeyên yasayî binçav kirin û bo cihek nediyar veguhastin.

Heya niha lipeyketina malbata wî bo agehdarbûn ji çarenivîsa wî bê encam maye.

Heta dema belavkirina vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî de hatî sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.

Di vê derheqê de, roja Şemî 1ê Sermawezê, welatiyek Kurd yê bi navê “Wahid Ebaszade” temen 35 salî û kurê “Osman” xelkê gundê “Kewpêça Xwarê” yê ser bi bajarê Baneyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.