Welatiyek Kurd ji aliyê hêzên Spahê ve hate birîndarkirin

16:30 - 7 Şibat 2022

Roja Şemî 16`ê Rêbendanê, hêzên Spaha Pasdaran maşîna welatiyek Kurd dane ber destrêjiya gulleyan û di encam teqeya wan hêzan de, welatiyek Kurd bi navê “Maziyar Ezîzî” kurê Ehmed û xelkê gundê “Banînar” ê ser bi bajarê Selasa Bawecanî hate birîndarkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên Spahê bi bê agehdarkirina berê û sedemek rohn li nav gundê “Şêxsile” û “Banînar”, teqe ji wî welatiyên Kurd kirine.

Wê çavkaniyê ragihandiye ku ew welatiye bi sedema teqeya hêzên Spahê lingê wî bi awayek dijwar birîndar bûye û bo tedawiya pizîşkî bo navendên dermanî hatiye veguhastin.

Wê çavkaniyê bas ji wê kiriye herwisa welatiyek bi navê “Fireydûn Rehîmî” kurê Husên xelkê gundê “Banînar” ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hatiye binçavkirin.