Welatiyek Kurd li Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin

16:35 - 1 Şibat 2022

Roja Yekşemî 10`ê Rêbendanê, welatiyê Kurd ê bi navê “Xebat Weysî” kurê Ebdullah û xelkê gundê “Gulçiyer”ya girêdayî bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehiyê êrîş kirine li ser mala wî welatiyê Kurd û bi bê hebûna ti belgeyek yasayî navbirî binçav kirine.

Wê çavkaniyê got: Hêzên ewlehiyê dest bi ser telefona şexsî ya “Xebat Weysî” û bavê wî girtibûn.

Herwisa wê çavkaniyê ragihand: Roja Duşemî 11`ê Rêbendanê “Xebat Weysî” ji rêya telefonê ve malbata xwe agehdar kiriye ku, di girtîgeha Îtila`ata Spahê de ye.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku li ser wî welatiyê de hatiye sepandin ti zanyariyek li ber dest tune ye.

Ebdullah Weysî bavê Xebat Weysî jî, 29`ê Pûşpera sala 1398`an, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û roja Pêncşemî 16`ê Xezelwera hemen salê bi danîna barmteyê ji girtîgehê hatibû azadkirin.