Welatiyek Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate birîndarkirin

17:07 - 31 Kanûna Paşîn 2022

Roja Pêncşemî 7`ê Rêbendanê, welatiyê Kurd ê bi navê “Hêmin Resûlzade” kurê Umer û xelkê “Mîrava”ya girêdayî bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û bo cihek nexuya hate veguhastin.

Hêzên ewlehiyê bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirine û heta niha lipeykevtina malbata wî welatiyê Kurd, bona agehdarbûn ji çarenivîs û cihê ragirtina wî, bê encam ma ye.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Hêmin Resûlzade” de hatiye sepandin ti zanyariyek li ber dest nîne.