Welatiyek Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin

17:53 - 1 Şibat 2022

Roja Şemî 9`ê Rêbendanê, welatiyê Kurd ê bi navê “Xebat Şekîba” çalakvanê kedkarî û xelkê bajarê Sine, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û bo cihek nexuya hate veguhastin. 

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew çalakvanê kedkariyê dema ku bona beşdarîkirina di rêûresma biaxêspartina ximekî xwe serdana “Beheşta Mihemmedî” kiribû û piştire ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Heta niha li peykevtina malbata Şekîba bona zanîn ji cihê ragirtin û qedera Xebat, bê encam maye.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê de hatiye sepandin ti zanyariyek jiber dest nîne.

Sala 1397`an, “Xebat Şekîba” ji aliyê taya 103 a dadgeha cezakirinê ya bajarê Sineyê, bi tohmeta  beşdarîkirina di “kombûnên neyasayî û heriwsa beşdarîkirina  li rêûresma Newrozê” de, bi sê meh girtîgeha te`izîrî an jî dana yek milyon û 500 hezar Tumen pere hatibû cezadan.