Welatiyek Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Pîranşehrê hate binçavkirin
17:23 - 19 Şibat 2022
Îro Şemî 30`ê Rêbendanê, welatiyek Kurd ê bi navê “Luqman Seyde (Cola)” xelkê bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî êrîş kirine ser mala wî welatiyê û navbirî binçav kirine.
Ew welatiyê Kurd piştî binçavkirinê bo cihek nexuya hatiye veguhastin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî “Luqman Seyde (Cola)” hatinî sepandin ti zaniyariyek ber dest nîne.