Welatiyek Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

17:43 - 30 Îlon 2021

Roja Çarşemî 7`ê Xezelwerê çalakvanê jîngehparêz  “Armîn Espirlûs” ê xelkê bajarê Sineyê, ji laiyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Ew çalakvanê Kurd bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî li yek ji şeqamên bajarê Sineyê, hatibû binçavkirin û bo lipêrsînê bo girtîgeha îdareya Îtla`ata wî bajarî veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, “Armîn Espirlûs” bi biryara dadstaniyê bi yek meh girtîgehê hatiye binçavkirin.

Herwisa 27`ê Reşemeya sala 1398an, ew çalakvanê jîngehparêz ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê bi serokatiya  dadwer “Seîdî” bi tohmeta “teblîx li dijî nizamê” bi 3 meh û yek roj girtîgehê hate cezakirin û ji tohmeta “hevkarî digel yek ji Partiyên Kurd ên dijberî hikûmeta Îranê” bi bê tawan hatibû naskirin

Roja Pênşemî 1ê Reşemeya sala 1397an, “Armîn Espirlûs”  ji aliyê îtla`ata Spahê ve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha Îta`ata Spahê li bajarê Sineyê hatibû veguhastin û piştî 2 mehan ji girtîgehê bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.

Roja Pênşemî 20`ê Cozerdanê sala 1399an, endamê Jîngeha Kurdistan “Feranek Cemşîdî”, hejîna “Armîn Espirlûs” bo cîbecîkirina cezaya wan bo navenda “Îslah û terbiyet” a bajarê Sineyê hatibû veguhastin.