Welatiyek Kurd ê xelkê Bane hate birîndarkirin

11:43 - 3 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurpa: Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Bane, bi sedema gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hate birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa
yê, roja Pêncşemî 9`ê Xezelwerê, welatiyek Kurd yê bi navê, “Cemal Mihemedî” yê xelkê bajarê Bane, bi sedema gullereşandina hêzên hikûmeta Îranê, yên di binkeya “Biroyişkanî” de hate birîndarkirin.

Ew welatiyê Kurd, di dema xirkirina Mazo de, rastî gullereşandina hêzên hikûmetê tê.

Cemal Mihemedî bi sedema kurbûna birîna wî, bo nexweçxaneya bajarê Bane hate veguhastin û di bin tedaviya pizîşkî de ye.