Welatiyek Kurd ê Turkiye bi Teqeya Hêzên Îranê hate kuştin

14:58 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: çend rojan beriya niha Welatiyek Kurd Xelkê Kurdistana Turkiye bi Teqeya rasterasta Hêzên Hukûmeta Islamiya Îranê jiyana xwe ji dest da.

Pêka Rapora Nûçegihaniya Kurdpa, çend rojan beriya niha Welatiyekê Kurd, Xelkê Kurdistana Turkiye bi navê Qesîm, piştî ku dixwast ji bona hevdîtina xizm û kesan ji Sînorê “Razî” Bajarê Xoy derbasî aliyê Îarnê be bi Teqeya rasterasta Hêzên Ewlehiye Îranê jiyana xwe ji dest da.
\"5410.jpg\"
/div> Kinciyên Deverê dibêjin ev welatî ku hilgirê tu tiştek qaçax nebûye û mebesta wî dîtina kes û karan bûye, paş 2 rojan ji aliyê Şivînekî ve termê wî tê dîtin.

Gelek caran Hêzn Hukûmeta Îranê Teqeyê ji kasibkar û her wisa Xelkê Asayî ên ku diçin ser Sînoran, dikin û wan dikujin. Her wisa Hêzên Ewlehiye Îranê Welatiyên Kurd ên Turkiye û Êraqê jî didin ber destrêjî û Teqe ji wan dikin.