Welatiyek Kurd bona cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha bajarê Nexedê hate veguhastin

16:09 - 28 Kanûna Paşîn 2022

Roja Çarşemî 6`ê Rêbendanê, welatiyê Kurd yê bi navê “Diyako Tara” kurê Resûl xelkê gundê “Kêlesîpan”a girêdaî devera “Lacan” a ser bi bajarê Pîranşehrê bona cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha bajarê Nexedê hate veguhastin.

Ew welatiyê Kurd roja Yekşemî 22`ê Pûşpera sala 1399`an bi bê hebûna ti belgeyek yasayî bi tohmeta “hevkarîkirina digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û roja Pêncşemî 2`ê Gelawêja heman salê, piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê ji girtîgehê hatibû azadkirin.

Navbirî li destpêka îsal de, bi tohmeta “hevkarîkirina digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” ji aliyê dadgeha Şoreşê ya bajarê Pîranşarê bi 6 meh hepsa te`izîrî hatibû cezakirin.