Welatiyek Kurd bo îdareya Îtila`ata bajarê Pîranşehrê hate gazîkirin

17:24 - 13 Nîsan 2022

Roja Duşemî 22`ê Xakelêwe, welatiyek Kurd ê bi navê “Seyîd Ezîz Ehmedî” kurê Seyîd Rehman û xelkê bajarê Pîranşehrê, bo îdareya Îtila`ata wî bajarî hate gazîkirin û lêpirsîn digel navbirî hate kirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiye ji rêya peywendiya telefonî ve û bi sedema beşdarîkirin li rêûresma Newrozê bo îdareya Îtila`ata bajarê Pîranşehrê hatiye gazîkirin.

Herwisa wê çavkaniyê got: Hêzên ewlehî telefona “Seyîd Ezîz Ehmedî” zevt kirine û heta niha jî bi wî re nedane.

“Seyîd Ezîz Ehmedî” piştî 4 demjimêr lêpirsîn ji îdareya Îtila`ata bajarê Pîranşehrê hate azadkirin.