Welatiyek Kurd bi sedema teqîna mînê birîndar bû

19:14 - 27 Hezîran 2022

Roja Duşemî 6`ê Pûşperê, welatiyek Kurd ê bi navê “Bilal Dîdêwer” kurê seyîd Hesen û xelkê gundê “Şêyxsile” yê girêdayî bajarê Selasa Bavecanî bi sedema teqîna mînê birîndar bû.

Di navbera gundê “Şêyxsile” û bazara sînorî ya “Şêyxsile” de pêyê çep yê wî welatiyê Kurd kevte ser yek ji mînên bi cî mayî yên serdemê şerê dinavbera Îran û Îraqê û baska pêyê wî yê çepê bi awayek dijwar birîndar bûye.

 “Bilal Dîdêwer” bona tedawiyên pizîşkî bo nexweşxaneya Taliqanî ya bajarê Kirmaşanê hatiye veguhastin.