Welatiyek Kurd bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate birîndarkirin

16:52 - 31 Kanûna Paşîn 2022

Roja Şemî 9`ê Rêbendanê, welatiyê Kurd ê bi navê “Çiyako Kerîmî” temen 23 salî û kurê Hesen xelkê gundê “Digaga”ya girêdayî bajarê Servavayê, bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bi dijwarî hat birîndarkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetÎranê bi bê agehdarkirina berê û di cihê bi navê “Kumraw” de tromibîla wî welatiyê Kurd dane ber teqeya rasterast.

Wê çavkaniya agehdar zêde jî kiriye ku: Ew welatiyê Kurd bi bê hebûna ti kelopelek qaçax, rastî gulle reşandina rastrast a hêzên leşkerî yên hikûmetê bûye.

Herwisa wê çavkaniya agehdar ragihandiye: Ew welatiyê Kurd bi sedema berketina gulleyên hêzên leşkerî, bi dijwar birîndarbûye.

 “Çiyako Kerîmî” bona çareseriyên pîzişkî bo nexweşxaneya “Çemran” a ser bi bajarê Serivavayê hatiye veguhastin û niha di bin çavedêriya pizîşkî de ye.