Welatiyek Kurd bi sedema teqeya hêzên serkutker di dema silogan nivîsînê de canê xwe ji dest da

18:04 - 13 Çirriya paşîn 2022

Êvareya roja Pêncşemî 19`ê Xezelwerê, welatiyek bi navê “Erdelan Qasimî” kurê Mistefa xelkê bajarê “Gêlanxerbê”, bi sedema teqeya hêzên serkutker, li bajarê Kirmaşanê canê xwe ji dest da.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên serkutker li bilwara Taqwistan a bajarê Kirmaşanê, “Erdelan Qasimî” û hevalek wî di dema silogan nivîsînê de kevtine ber teqeya wan hêzan.  

Herwisa wê çavkaniyê da zanîn: “Hêzên serkutker bi gulle teqe li “Erdelan Qasimî” û hevalê wî kirin û navbiriyan piştî birîndar kirinê, bo nexweşxaneya Taliqanî ya bajarê Kirmaşanê veguhastin, lê “Erdelan Qasimî” bi sedema kûrahiya birînan û xwînrêjiya zêde, canê xwe ji dest da.

Herwisa wê çavkaniyê di berdewamiyê de da zanîn: “Ew welatiyê ku digel “Erdelan Qasimî” bûye, bi sedema berkevtina gulleyên hêzên serkutker li navqeda wî, bi awayek dijwar birîndar bûye û di beşa çavedêriya taybet a pizîşkî de ye.

Di dawî de wê çavkaniyê da zanîn: Navendên ewlehî li hember dana termê “Erdelan Qasimî”  ji malbata navbirî re, bi qasî 16 milyon Tumen pere vergirtine û gef ji malbata wan xwarine ku ji medyayî kirina nûçeya kurê xwe, xwe biparêzin.

Termê “Erdelan Qasimî” roja Şemî 21`ê Xezelwerê, di bin çavedêriya tund a ewlehî li goristana “Taqîl” a bajarê Gêlanxerbê, bi axê hat spartin.