Welatiyek Kurd bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Sineyê hate azadkirin

17:44 - 15 Adar 2021

Roja Pênşemî 14`ê Reşeme, Saman Kemrîmî, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Bane, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heya qonaxa dadresiyê, ji girtîgeha bajarê Sineyê hate azadkirin. 

Cezaya îdamkirina Saman Kerîmî berê jî ji aliyê dîwana bilind a welat ve hatibû redkirin û dosyeya navbirî bo gengeşekirina dûbare bo taya 1 a dadgeha Înqilab a bajarê Sineyê wekî taya wekhev, hatibû vehuhastin.

Ew girtiyê siyasî, bi danîna barimteya 1 mîlyard û 500 milyon Tumenî ji girtîgeha bajarê Sineyê hatiye azadkirin. 

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, dawî kombûna dadgeha wî girtiyê siyasî, 9`ê Reşeme ya îsal, bi tometa “endambûn li yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê”, hatibû lidarxistin û di dawiyê de navbirî bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Sineyê hate azadkirin.

Cezaya îdamkirina wî girtiyê siyasî, bi sedema kêm û kurî ji lêkolînan, li taya 27 a dîwana bilind a welat li bajarê Qumê hatibû redkirin û dosyeya navbirî bo lipeketina dûbare bo dadgehê hatibû veguhastin.

Ew girtiyê siyasî, 17`ê Xezelwera sala 1397an, li cihek bi navê “Tepey Silêman Beg” ya Baneyê, ji aliyê hêzên Îtila`ata Spahê ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo Biryargeha Şaramferî ya bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

“Saman Kerîmî” piştî 3 meh li binçavkirinê ji Biryargeha Şaramferî ya bajarê Sineyê, bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin û li heyama binçavkirina xwe de li “çavpêketina digel malbata xwe” bêpar mabû.

Ew girtiyê siyasî yê Kurd, 21`ê Xezelwera sala 1398an, ji alyê taya 1 a dadgeha Înqilab a bajarê Sineyê ve, bi serokayetiya dadwer “Se`îdî” bi tometa “Bexî û hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberê hikûmeta Îranê” hatibû cezadan û li roja 13`ê Sermaweza wê salê cezaya îdamkirin û 11 sal girtîgeha te`izîrî bi navbirî re hatibû ragihandin.

Dosyeya wî girtiyê siyasî, 11`ê Befranbara sala 1398an, bo dîwana bilind a welat hatibû vehuhastin.