Welatiyek Kurd bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Nexedeyê hate azadkirin
17:06 - 23 Kanûna Paşîn 2022
Roja Pêncşemî 30ê Befranbarê, welatiyek Kurd ê bi navê “Çeko Qelenderî”, kurê “Husên” û xelkê gundê “Koyîk” ê girêdayê bajarê Nexedeyê, bi danîn barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.
Navbirî bi danîna barimteya 800 milyon Tumenî bi awayek demkî heta dema dadgehî kirinê ji girtîgeha bajarê Nexedeyê hate azadkirin.
Roja Sêşemî 14ê Befranbarê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî êrîş kirine ser mala wî welatiyê û navbirî binçav kirin.
“Çeko Qelenderî” piştî bi dawîhatina lêpirsînê bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hatibû veguhastin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest nîne.