Welatiyek Kurd bi danîna barimteyê hate azadkirin

16:54 - 3 Çirriya pêşîn 2021

Di heyamên rojên derbasbûyî de welatiyekî Kurd ê bi navê “Heyder Elîzade”, xelkê gundê “Qeznavê” yê ser bi bajarê Şinoyê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê hate azadkirtin.

Ew welatiye heya dema dadgehîkirinê bi awayekî demkî hatiye azadkirin.

Navbirî roja Yekşemî 7`ê Xermananê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî êrîş kiribûne ser mala wî welatiyê û binçav kiribûn.

Hêzên ewlehî piştî vekolîna mala “Heyder”, dest bi ser hin ji emrazên wî ên wekî mobayl de girtibûn.

Ew welatiyê Kurd piştî lêpirsînê bo girtîgeha Îtila`ata bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser navbirî de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.