Welatiyek Kurd bi danîna barimteyê hate azadkirin

16:37 - 27 Îlon 2021

Roja Şemî 3`ê Rezberê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Ramîn Ramîn” xelkê gundê “Qarnê” yê ser bi bajarê Nexedeyê, ji girtîgeha bajarê Mihabadê hate azadkirin.

Ew welatiye bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî heya dema dadgehîkirinê bi awayekî demkî ji girtîgeha bajarê Mihabadê hate azadkirin.

Di dawiya meha Xermananê de, piştî bi dawîhatina lêpirsîna wî, ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê, bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew welatiye di heyama binçavkirinê de, ji “destpiraghîştin bi parêzer û çavpêkevtin digel malbata xwe” hatibû bêparkirin.

“Ramîn” roja Çarşemî 10 Xermananê, digel 4 welatiyên din yên bi navên “Es`ed Ramîn”, “Xalîd Ramîn”, “Dawud Rehîmî” û “Serdar Ramîn”, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.

Heya niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.