Welatiyek Kurd bi 6 meha Zîndanê hat mehkûm kirin

15:21 - 29 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Welatiyek Kurd ê xelkê gundê “Gelên”a ser bi herêma Jawero ya Sinê ji aliyê Dadgeha Înqilab a wî bajarî,bi 6 mehan zîndanê hat mehkûm kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa,çand rojan beriya niha welatiyek Kurd binavê “Êqbal Rehmetî” temen 21 salî û kurdê Ebdul ji aliyê serdozgeriya bajarê Sinê bi 6 mehan hepsa tezîrî hat mehkûm kirin.

\"11771.jpg\"
Çavkaniyek haydar bi ajansa nûçegihaniya kurdpa ragehand: Êqbal Rehmetî niha li zîndana “Dîzêl Abad”a bajarê Kirmaşanê hûkmê xwe derbas dike.

Heta dema bilav bûna nûçeyê,sûç û sedemê girtina vî nehatiye zanîn.