Welatiyek jin bo cîbicîkirina cezayê îdamê bo odeya takekesî ya girtîgeha Urmiyê hat veguhastin

18:34 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2022

Sipêdeha roja Sêşemî 4ê Gelawêjê, welatiya jin ya bi navê “Feranek Biheştî” xelkê bajarê “Tîkab”ê bo cîbîcîkirina cezayê girtîgehê, bo odeya takekesî ya girtîgeha bajarê “Urmiyê” hat veguhastin. 

Çavkaniyek agehdar ji girtîgeha Navendî a bajarê “Urmiyê” ji Ajansa Nûçegihaniya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê re ragihandiye: 5 salan berî niha ew jina bi tohmeta kuştina hevjînê xwe hatibû binçavkirin û piştire ji aliyê dezgeha dad bi îdamê hatibû cezadan.”

Saziya Mafê Mirovî ya Îranê ragihandiye: Ew jina girtî tenê îro derfet he ye ku lêborînê ji malbata kesê kuştî werbigire.