Welatiyek ji girtîgeha Îtila`atê ve bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hate veguhastin
12:47 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2021
Roja Duşemî 21`ê Pûşperê, welatiyek bi navê “Emîr Feramerzî”, xelkê Bokanê, ji girtîgeha Îtila`ata Urmiyê bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hate veguhastin.
Ew welatiye roja Yekşemî 1`ê Pûşperê, bi bê ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha Îtila`atê ya bajarê Urmiyê hatibû veguhastin
Tohmeta endamê girûpên olî bi ser wî welatiyê de hatiye sepandin.