Welatiyek din yê bajarê Seqizê jibo girtîgehê hate şandin

20:34 - 4 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Welatiyek Seqizî jibo derbas kirina hukmê 4 sal zîndana xwe bo zîndana nawendî ya wî bajarî hate şandin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, çend rojan beriya niha û piştî vê yekê ku “Îrfan Mecîdî” bi tawan alikarî tewî partiyek Kurdistanî bi 4 salan zîndanê hate mehkûm kirin, xwe bi pişka rêveberî ya dadgeha vî bajarî da nasandin û li wir hate girtin û bo zîndana bajarê Seqizê hate şandin.

Welatiyê han di meha Tîrmeha sala 2012’an de ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê li bajarê Seqizê hatibû girtin û piştre bi danina barimteya 20 milyon timenî bi awayek demkî hatibû azad kirin.

Her wiha çend rojan beriya “Soran Kesnezanî” ji aliyê dadgeha Şoriş a vî bajarî bi 1 sal zîndanê hatibû mehkûm kirin û jibo derbas kirina hûkmê xwe bo zîndana nawendî a wî bajarî hatibû şandin.