Welatiyek din li bajarê “Şino”yê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin

18:40 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Înê 17ê Pûşperê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Umîd Muradî” kurê “Qadir” xelkê bajarê “Nelos” yê girêdayî bajarê “Şino”yê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û bo cihek nediyar hat veguhastin.

Çavkaniyek agehdar di vê derheqê de ji Ajansa Nûçegihaniya“Kurdpa” yê re ragihandiye: “Hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî ew welatiyê Kurd li nêzî gundê “Qezenavê” yê girêdayî bajarê “Şino”yê binçav kirine.

Herwisa vê çavkaniyê ragihandiye: “Hêzên ewlehî piştî binçavkirina wî welatiyê Kurd destbiser kirinê telefona navbirî girtine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirinê û tohmetên ku li dijî navbirî hatine sepandin ti zanyariyek serrast ji ber dest nîne.

Herwisa sipêdeha roja Pêncşemî 16ê Pûşperê, welatiyekî xelkê bajarê “Şino”yê bi navê “Selahedîn Ehmedî” temen 42 salî kurê “Mistefa” xelkê gundê “Sîngan”yê girêdayî wî bajarî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo cihek nediyar hatibû veguhastin.