Welatiyek din li bajarê Pawê hat girtin

12:48 - 14 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Li dirêjiya girtin û binçav kirina welatiyên Kurd de li herêmên Kurd akincî yên Kurdistana Îranê, roja bihurî welatiyek Kurd binavê “Aram Hatemî”li bajarê Pawê hat girtin.

Heta dema bilavbûna vê nûçeyê li sedem û sebebê girtina vî û cihê ragirtinê, çi zaniyariyek nehatiye bilav kirin.

Ji aliyek din di heyamê 2’heftiyên bihurî de 21 welatiyên Kurd li bajarê Pawê ku piraniya wan çalakên çandî û sivîl bûn, ji aliyê hêzên Îttlatî yên wî bajarî hatine girtin.

Her wiha li gor amara tomar kirî li navenda amara ajansa kurdpa,li destpêka meha Adarê heya niha 60 welatiyên Kurd li herêma Kurdistana Îranê hatine girtin.amara han bi pişt girêdan bi amara ajansa kurdpa,ê tê bilav kirin û bi serinc dan bi şopa girtina welatiyan û rewşa ewlehî ya bajaran , dibe ku amara rastîn ji vê hindê pitir be.

Ji aliyek din Bextiyar Resûlî, Ferdîn Resûlî, Muxtar Ehmedî, Sitar Ehmedî, Davud Xefarî û Kêyhan Ezîzî ku hemû xelkê Pawê ne û ji aliyê hêzên Îttlatî yên dewleta Îranê hatibûne girtin, berwar 11 û 12’ê Adarê bi danîna barimtê hatine azad kirin.