Welatiyek din li bajarê Bokanê hate binçavkirin

18:25 - 16 Nîsan 2022

Îro Şemî 27`ê Xakelêwe, welatiyek din ê bi navê “Xalid Hacîresûlîpûr” xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ew welatiyê Kurd li cihê karê wî binçav kirine.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Hêzên ewlehî piştî binçavkirina wî welatiyê, êrîş kirine ser mala wî û dest bi vekolîna mala navbirî kirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê Kurd hatinî sepandin ti zanyariyek serast ber dest nîne”.